Ber Kendal

Yayınlanma : 08 Temmuz 2024 14:49
Düzenleme : 09 Temmuz 2024 00:30

Şevek tarî û zûlamat bû, min  û Metîn me  destên hev girtîbûn, em di  rêyek nedîyar de dimeşîyan.

 

Digel ku destê min di destê Metîn de bû jî, wê hêzek mezin jî dida min, lê dîsa jî xofek mezin di dilê min de peyda dibû:

 

 “Ya Rebbî ew çi rewş e! Em bi ku ve diçin! Çima di vê şeva tarî de em ketin rê?

 

Pirs di mejîyê min de ketibûn reqsê.

 

Metîn, bêyî ku bi min re bipeyive, destê min dişidand û min li pey xwe kaş dikir, hew min dît ku em li ber kendalekî de rawestîyan.

 

Li ser min fistanek spî hebû, porê min ê dirêj li ser milê min xwe li ba dikir.

 

Min xwe sernişîv kir,   dilê min wekî nêçîrê ku neçîrvanê xwe ditibe diperpitî, min wîsa hizr kir ku wê Metîn min heta binê kendal gilor bike.

 

“Binêr tu vê ava zelal dibînî! Ma tu naxwazî di vê avê de avjenîyê bikî?"

 

Ez bi gotinên Metin bêhtir ketim fikarê, min xwe bi xwe got; divê têkez xwe ji vê rewşê rizgar bikim.

 

Ez bi nişka ve bezîyam, lê Metin  wekî hespêkî çargav li pey min dibezîya, wê havilê xwe gîhand min, bi hişk çepilê min girt, ez ber bi kendal ve kaşkirim.

 

Wî  serê min sernişivkir û got:

 

“Ez ê te ji vir biavêjim nav çem, êdî tu xwe çawa rizgar dikî bike!”

 

Dev û diranên min dikir şiqe şiq, purtê serê min gij bibû, laşê min dilerizî, tirs û xofek nedîyar xwe li laşê min pêça bû.

 

 Tu çareyek nebû ku ez xwe ji destê Metin rizgar bikim, hew min dît Metin li paş min sekinî û dehf da.

 

Ez bi qêrin ji xew veciniqîm, min dît wa ez ji qaryolê ketime erdê, hevserê min Metin ez himbêz kirim û min danî ser qaryolê, ramusanek danî ser enîya min bi destê xwe xûdana ser enîya min paqij kir û got:

 

“Ca bêje kî te dehf da nav çem ku te digot ez aşberîyê nizanim?

 

Min li der û dorê xwe nihêrî, bêyî  ku xewa xwe ji Metin re vebêjim min dilê xwe de got:

 

“Ox Elhemdulilah xewn bûye”