Evîna Feqî

Yayınlanma : 24 Eylül 2024 16:31
Düzenleme : 24 Eylül 2024 16:34

Pîra Xasê bi dengê Seydayî ji nav cihê xwe hilpekiya. Bi dengekî hêrsbûyî bang lê kir:

 

“Xwedê ji te razî ev çi destmêje vê saetê tu digrî? Ma ne te nimêja işayê kir paşê tu razayî!

 

Seyda bi zor karibû dengê xwe bilind bike. Wekî palê zeviyêwestiyayî be, zîpikên xwêdanê li ser eniya wî dilop dilop dihate xwarê:

 

“Jinik bangî zarokan bike ez li ber sikratê me”

Piştî van gotinan  destê xwe dirêjî jina xwe kir. Pîra Xasê têgehişt ku mêrê wê dixwaze here li ser nivînên xwe pal bide. Rabû ket milê mêrê xwe ew dirêjî ser qaryolê kir:

 

“Ax! Ax! Sebrê, sebra min! delala min, wan kafirbavan nehişt em bigihêjin miradê xwe. Ax! Delala min! nizanim dema ez mirim tê werî ser gora min? Tu zanî ez ê îşev bimirim. Gelek wextê min nema lê tu bi Xwedê kî dema werî ser gora min, dîsa laçikeke spî bide serê xwe. Ji bilî te min nedît laçik ewqas li serê jinekê were”

 

Wê hengamê de, Arîn bi dengê kalik û pîrika xwe şiyar bibû hatibû li rex nivînê kalikê xwe runiştibû; li gotinên kalikê xwe guhdar bû:

 

“Pîrê kalikê min behsa kî dike? Kê ye ev Sebrê?

 

Pîra Xasê aciziya xwe ya bi van gotinên mêrê xwe bi awirên xwe ve dida der:

 

“De ez çi zanim kê ye! qey gûyê ku kalikê te di ciwaniya xwe de xwariye ew e.”

 

Kalê Seyda ku ji ber bêtaqetiyê nikaribû xwe bilivîne li ser gotinên jina xwe bişirî:

 

“Ez ê xwe bi qurbana te kim Xasa min, Xasa weke çiftexas! Qey tu nizanî ez çiqasî ji te hez dikim. Te salên xwe bi min re derbas kir.  Ev şêst sal e em serî datînin ser balgehekê. Tu bûyî hevpara şîn û şahiya min.  Hemd ji Xwedê re ku jineke weke te kire para min.”

 

Pîra Xasê axîneke kûr kişand û li merê xwe vegerand:

 

“Erê wele ev şêst sal e serê me li ser balgehekê ye, lê Sebrê her li gel me bû. Ew herdem di bîranînên te de bû. Erê ez helala te bûm lê ew di dilê te de bû”

 

Seyda bi dengekî ku encax mirov dikarî bibîhîze bangî Pîra Xasê kir:

 

“Xasa min, bermalya min, bi Xwedê keda te li ser min, li ser mala min, li ser zarokên min gelek e. Tu bi xatirê mezinaya Xwedê kî tu min helal bike!”

 

Dilê Pîra Xasê bi Seyda şewîtî, erê her çiqas ji evîna mêrê xwe ya şêst û pênç sal berê kumreşî dikir jî, ya rast mêrê wê gelekî qedrê wê dizanî. Wê dizanibû ku bi mirina Seyda re wê stûna mala wê xirab be…

 

Çû ser qaryolê runişt, destê wî girt nav destê xwe, heqê xwe lê helal kir.

 

Seyda xwe bi xwe, bi dest xwendina Yasînê kir. Arînê bilez bangî bavê xwe kir. Hemû malbat li ser Seyda civiyan. Hê xwendina Yasînê neqediyabû Seyda xatir ji vê dinyayê xwast.

 

Li ser mirina Seyda re sê meh borîbû…

 

Meha biharê bi hemû rewneqdariya xwe ve ji mirovan re dibişirî. Çemê gund, bi coşekemezin diherikî. Suriştê kirasê kesk li xwe kiribû. bêhna gul û sosinan li her derê belav dibû…

 

Arîn ji bo teza xwe ku ya li ser jiyana gund, hatibû gund.

 

 

Wê jiyana xwe ya bîst û du salan li bajêr derbas kiribû.  Kalik û pîraka wê herdem bi vegotinên xwe û bi bîranînên xwe ve ew kiribûn hevparê jiyana gund.

 

Arîn tevî dotmama xwe ya ku di teza wê de harîkariyeke mezin dida wê; sibê zû ji xew şiyar bûn. Wan wisa biryar dabû dê berê biçûyana ser gora kalê Seyda, paşê wê li gund bi hinek kal û pîran re li ser jiyana gund bi taybet jî ya salên borî agahî bigirtana…

 

Goristana gund li berpala çiyê hatibû avakirin. Heta ber bi deştê ve berfireh bibû. Arînê ji nav hêşînayiyan qevdek kulîlk berhev kir. Ber bi gora kalikê xwe ve çû.

 

Pîrejineke ji heştêyî borî li ser gora Seyda rûniştîbû. Laçikeke spî di bin kefiya spî de dabû serê xwe. Dev û rûyê wê bi laçika spî ve pêçayî bû…

 

Arînê hêdîka silav dayê:

 

“Merheba ji te re Pîra Sebrê”

 

Pîrê bi dengê wê ve veciniqî û hinekî jî şerm kir:

 

“Tu çi dizanî ez Sebrê me?”

 

“Kalikê min berî mirina xwe navê te got”

 

Pîra Sebrê serê xwe kire ber xwe:

 

“Naxwe wî jî ez ji bîr nekirime!”

 

Arîn çû rex Pîra Sebrê di ber kêlika gora kalê xwe de runişt:

 

“Pîrê ger tu pê tehl nebî ez dixwazim tu kerema xwe ji min re hinekî qala evîna xwe û ya kalê min bikî?”

 

Pîra Sebrê destê wê li ser kêlika gorê, hinekî xembar li Arînê nihêrî:

 

“Keçika delal, kalê te li medreseya gund feqî bû. Yek ji wan feqiyan jî kurxalê min bû. Min kalikê te cara pêşî dema hate ber derê me nanê feqiyan xwast, dît. Ew kurxalê min bi hev re bûn. Xortekîbejindirêj î zeîf bû.Piştî wê rojê min ew gelek caran li ser kaniya feqiyan dît. Kaniya feqiyan kaniyeke li binya gund bû. Em keçên gund yekcaran ji bo ku xwe nîşanê feqiyên medreseyê bidin, diçûn me karê xwe li ser wê kaniyê dikir. Gelek caran kalikê te ji dûr ve min temaşe dikir. Min pê derxistibû ku mêyla wî li ser min e. Tu car bi min re nedipeyivî.Roj û meh borîn malbata min ez dame kurê apê min. Ne ji min pirsîn bê ka ez dixwazim an na; ne jî min dikarî bêjim min navê.Lê hêviyeke min hebû; min digot heger Feqî Mûsa rastî dil li min hebe wê were min birevîne”

 

“Ma heta wê demê te û kalikê min we qet bi hev re qise nekiribû? Haya wî ji xwazgîniyên te nebû?”

 

“Na keça min evîna me nedişibî evînên niha. Ne rojekê wî tiştek ji min re got ne jî min. Me şerm dikir em rûyê hevdu binêrin, bes me ji dûr ve hevdu hezdikir.Tenê carekê kurê xalê min ji min re got: “Tu zanî Feqî Mûsa dil berdaye te. Wê malbata xwe bişîne xwazgînî”  Ez ji ber wê gotina kurxalê xwe bi hêvî bûm. Rastî jî min çawa hêvî dikir wisa bû.

 

Rojekê ez dîsa bi hinceta ku wî bibînim çûm ser kaniyê. Min dît wî hevsarê hespekî girtiye tevî kurxalê min ve li ber kaniyê sekinîne. Wan çawa ez dîtîm kurxalê min bi lez hat çepilê min girt:

 

“Sebrê bilezîne hê kesî hûn nedîtine li hespê siwar be”

 

Em bi lez ji gund dûr ketin. Ez li hespê siwar bûm, lê bi min ez li ser baskê teyrekê difiriyam. Dilşadiya min ya wê rojê nayê ziman. Piştî rêwîtiya sê saetan em çûne gundekî cînarê gundê me. Em li maleke gund bûn mêvan. Ehlê malê nasên kurxalê min bûn.

 

Nivê şevê em bi dengê çekan ji xew şiyar bûn. Mala bavê min tevlî çend leşkeran dor li malê girtin.

 

Dil û hinav li min qetiya. Êdî derdê min tenê ew bû ku kes nemire.

 

Leşkeran em li erebê siwar kirin, birin qereqolê. Li wir ji min pirsîn da ku ez bi dilê xwe revîme yan bi darê zorê. Dema min got ez bi dilê xwe revîme. Gotin herin zû mehra xwe ya hukumatê bibirin bila kes ji we re nebe asteng. Ez gelekî şa bûm.

 

Lê mixabin dema em ji qereqolê derketin kalikê te çavsorî bû. got: “Ez heta tola xwe ji wî feqiyê ku giliyê me bi malbata te kiriye  nestînim ez nasekinim. Min lê lava kir got, berê min bibe bal mala bavê xwe. Lê min kir û nekir wî bi ya min nekir. Em bi hev re çûne gundê me. Ji min re got tu li ser kaniyê li benda min bimîne ez rebena xwedê li wir mam saet bû nivê şevê, kalikê te nehat. Min hêviya xwe jê birî. Ez vegeriyam mala bavê xwe. Paşê ez pê hesiyam ku dema ew çûye, wî Feqiyî xeber daye mala bavê min, wê qasê gişt bûne yek lêxistine. Bi wê lêdanê re ew mehekê li nexweşxaneyê raza

 

Erê keça min! Çîroka me ev bû. Min piştî wê rojê tu car kalikê te ji bîr nekir; bes min tu car ew efû jî nekir. Ger ew wisa neketa dû tola xwe em ê bigihêştana hev”

 

Arînê li dû gotinên Pîra Sebrê mijara teza xwe guherand. Wê biryar da ku li ser vê evînê teza xwe binivîse.

 

Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik yorumları onaylanmamaktadır.