Namusa Rizo

Yayınlanma : 28 Aralık 2025 20:02
Düzenleme : 28 Aralık 2025 20:30

SERHED HABER - Zivistanê bihemûreng û dirûvê xwe ve xwe nişan dida.

Berfwekî çarşefek spî rûyê erdêra pêçabû. Sibê şefeqê bidengê derî

jinav nivînan hilpekîya:

Hecî Rizo beyî kucilên xwe bi guherîne berbi derî ve çû:

“Babo! Divê sermayê de kê vê seetê tê mala me? Xwedê bigerîne ser xêrê.

“Hecî Rizo em ketine bextê te kurikê me keçika destgirtî revandîye, ka em ê çi xwelîyê liserê xwe bireşînin?

Hecî Salih jidûr ve xizmê wan di hat, lê tişta herî xirab keça ku rewandi  bû ne wjî keça nasê wan bû.

Hecî Rizo bilez û bez cilên xwe li xwe kir bangê gire girên malbatê kir, giştî bihev re erebeyên xwe sîwar bûn ketin rêya gund…

Hecî Rizo liwê heremê de kesek xwedî sîyanetek mezin bû.

Dozên herî giran de doşekawî koşa erî jorîn de amade bû. Gotuna herî dawî her dem wî digot…

Zilamên malikê liber derî rê liberwan  girtin, Hecî Rizo qaputê xwe avê terdê û got:

“Fermo limin û merivên min begerin, bêka çeken me hene an na?

Piştî ku Hecî Rizo û merivên xwe derbasê oda mêvanan bûn,  ya kumalikê jimalê cûda dinav hewşê de ava kiribû.

Ode wekî odeyek şer qêbi minder balif ên xaliçe ve raxistî  bû. Pêxiriyakubi hemû xemla xwe ve dewlemendîya malbatêdida ber çavan biagirek gûr hatibû dadan…

Bavê keçikê bi dirûvektir sehêz ve berê xwe da Hecî Rizo:

“Hecî Rizo, hûn biçi rûyê hatine mala min?

Ma ne tu jîji vê welatêyî, tu jî bi şîrêdayika Kurd go jî bûyî, kabê je; dikîjan orf û edetê me de heye kumeriv keçek b inîşanî birevîne?

Kuro ma ne şerm û fedîye,ku ew na keçamin ya dergîstî revandine? Kî dîkare ewqas bêhisyet be, bênamûs be, bêucdan be, kabêje Hecî Rizo! kabêje kî ewqqas bê şeref e?

Bi qedandina gotina mêrik, du pîrejinên ku hecî Rîzo hatina xwestibû, laçikên xwe avêtinber linge wî…

Hecî Rizo rabû ser pîya çû lihember bavê keçikê çok da erdê:

“Hema ez! Ewbênamus, ewbêhisyet, ewbê şeref ez îm, min jî jina xwe bides girtî revandi bû.

Ma eger dilête pê sar dibe, aha eva jinamin, ez berdim, tu li xwe mahr bike, bila ev doz biqede.

Bavê keçikê serê xwe kir, berxwe rabû destê Hecî Rizo ramusa û got:

“Hecî min gu xwar, ew gotin ji te re got, tu bêjî çi wekîlê min tu yî”

 

 

Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik yorumları onaylanmamaktadır.
  • sidar jan03 Nisan 2026 14:56

    sipas

  • Mehmet Emin CAN 29 Aralık 2025 15:22

    Xweşka delal, ez bawerim hin peyv şaş hatine nivîsandin. Minak; ka em ê çi xwelîyê liserê xwe bireşînin? Rastiya vê peyvê; Ka eme çi xwelîyê serê xwe bikin