Di berbanga biharê de ji nû ve dawîya meha Adarê barîna Berfê zarokan mirovan gelek bextewar kiribû. Ehlê malê gişt derketibûn ber derî bi berfê dileyistin.
Xweza weke keçek xama bûkanîya spî li xwe kiribû. Lê ne barîna berfê ne derd û kulên jîyanê;
Di rojeva Elîfê de tenê xortê çavşîn hebû. Erê xortê çavşîn! Wê ew nav lê kiribû ji ber ku hê navê wî jî nedizanî. Ew çend roj berê li marketê pêrgî hev hatibûn.
Dema Elîfê turikên xwe girt destê xwe, ber bi kasê çû, ket rêzê, ew jî gavek li peşîya wê de bû. Berê xwe da Elîfê:
“Tu kerem ke turîkên min zêde ne li benda min nemine”.
Ev tevgera wî ya kubar gelek xweşê Elîfê çûbû. Lê ne tenê tevgerên wî, çavên wî yên hêşîn, bişîrîna wî, porê wî yê dirêj her li ber çavê wê bû.
Elîf bi dengê zengila derî ji xayelên xwe dûr ket. Ê ku li derî xistîbû keçîka cîran bû:
“Bibore kekê min nexweş e. Gelo dibe ku tu werî serum pêda bikî?
“Baş e ser çava”
Elîf li nexweşxaneyeke taybet hemşîre bû. Ew çû oda xwe, cil û bergên xwe guherand û çû malîkê.
Dema derî vebû. Ji boy Elîfê weke ku derîyê behiştê vebe. Belê ne xeyal bû, ew bû. Xortê çavşîn li ber derî rawestîyabû. Dîsa wan çavên xwe yên hêşîn lê dinherî.
“Fermo! Hemşire Xanim dayika min di oda xwe de ye”
Elîf sê roj li pey hev ji boy ku derzîya cîranê xwe lê bixe, çû malike. Di heman demê de ew û Kinyas êdî hevdû nas dikirin. Ew jî roj bi roj evîna xwe ya ku hê haya Kinyas pê tunebû, di dilê xwe de mezin dikir…
Qasê du meh li ser hevnasîna wan ra borîbû, rojek ew û Kinyas li asansorê pergî hev hatin. Kinyas pêşnîyara ku li derve bi hev re qehweyek wexwin kir. Wê jî bi dilşadîyek mezin ew qebûl kir.
Ew roj hewa gelek xweş bû, tav li ser asoyê welat diteyîsî. Xweza li benda biharê bû.
Elîfê fistanek reş li xwe kiribû. desmalek şînê asmanî dabû serê xwe. Tevê makyajek xwerû bi dilê xwe yê hêvîberz çû pastexanê. Kinyas berê wê hatibû, cihek li ber pacê rûniştin. Dilê Elîfê weke çivîkek serjêkirî diperpitî. Kinyas jê pirsî bê ka ew çi vedixwe.
Wê çîkoleteyek germ Kinyas jî Qehweyek vexwar.
“Li min bibore ezê çawa destpê bikim nizanim, lê ew demek dirêje ku min dixwast ez bi te re bipeyivim.
Kelecana Elîfê her ku diçû zêde dibû. Wê êdî sedî sed bawer dikir ku Kinyas jê re pêşnîyara zewacê bike. Kinyas fincana di destê xwe de danî ser masê pala xwe da kursîyê destên xwe berhev kir:
“Zanî di kargeha me de endezyarek/mendisek heye. Rastî ez dixwazim we bi hev bidim nasîn. Ka tu çi dibêjî?
Xeyalên Elîfê ji bînî ve hilweşîya bûn. Wekî ku sîtilek ava sar li ser serê wê de rîjandibin, di cihê de bistek şaş mayî li rûyê Kinyas nihêrî û paşê pirsî:
“Hevalê te?”
“Belê hevalê min Serdar. Tê bîra te carek em li hewşa apartmana me de pergî hev hatibûn me slav da hevdu hingê xortek li gel min bû? Ew Serdar bû. Hingê wî te gelek ecêbandîbû. Ji min re got ez dixwazim bi Elîfê re bipeyivim”
Serdar wê rojê pêşnîyara zewacê li Elîfê kir.
Elîf wekî zarokek pîlîstoka wî ji destên wî hatibe girtin, hêvîşikestîbû.
Wê nedizanî çi bike. Tenê bi kubarî pêşnîyara Serdar bi şûn de vegerand û destûra xwe ji wan xwest. Kinyas bi wê re heta ber derî hat dema Elîfê xatir jê xwest di dilê xwe de axînek kûr kîşand û got;
“Oxir be evîna min”
Rojbin Ozkan.
1.4. 2021 Enqere

