HÊVÎYÊN DI PAXILA JÎYANÊ DE

Yayınlanma : 11 Ekim 2024 16:32
Düzenleme : 11 Ekim 2024 16:33

Rojê zertavê li dû xwe hîştibû, bêyî ku tarîya êvarî bi stêrkan xwe bi de der û hîva serê mehê derkeve, min ji bêhntengîya xwe, xwe avêtibû bextê meşa ber êvarê.

 

Werza havînê de dana ku herî zêde me bêhna xwe vedida û piçekê em li germê rizgar dibûn, dana êvarê bû.

 

Bêyî ku bi dilekî hêsan bêfikar bimeşim, min telefon girtibû destê xwe, lingên min dimeşîyan lê guhê min ser telefonê bû, ka ew peyama ku ez li bende bûn dê were yan na!

 Hindê meşîyam hew min dît, ji ber westandinê ez lingên xwe êdî kaş û berkaş dikim, min dît nabe, ez li erdê ser çîmen runiştim, min lingên xwe dirêj kirin.

 

Em sê meh berê ji kar hatibûn dûrxistin,  li hember vê neheqîyê min û hevala xwe Şîlanê, me doza tazmînatê vekiribû.

 

Li gor gotina parêzgerê me, divîya bû demek nêz de dadgeh biryara xwe bide, em alîkî li benda dadgehê bûn, alîkî ve jî ji boy karek nû em li kargehan digerîyan.

 

Ez a ku ew deh sal bû dixebitim, di heman demê de jî min arîkarîya malbata xwe dikir,

 

perexwestina ji yekî li min gelek gîran dihat, lê xwedî kirî xanîyê ku em têde bûn, min sê sal berê kirîbû, qet nebe min kire nedida.

 

Ez bi lêdana telefonê kelecanî bûm:

 

“Alo delalê tu mêvana dihewîn î?

 

“Hema bila mêvan wekî te bin, li ser herdû çavên min”

 

Şîlan hevala min a çardeh salan bû, me berê zanîngeh bi hev re xwend, em di zanîngehê de jî di heman xanîyê xwendewanan de diman.

 

Piştê ku me zanîngeh qedand, em çend salan di karên cûda de xebitin, lê ew dû sal bû em heman kargehê de wekî mîmarê dorhalî dixebitîn.

 

Ez bi lez û bez hatim malê.

 

 Min berê kûlîperçe çêkir,  boy pijandinê kir firinê, paşê çaydank danî ser ocaxê, ez vegerîyam min hinek şaneşîn hilçinî û cila ku dayika min di cîwanîya xwe de bi destê xwe pêxistibû, raxist û dû minder danî erdê.

 

Şîlan wekî ku gotibû di demek nêz de li derî xist, em derbasê şaneşînê bûn:

 

“Keçê em zanin tu jehatî yî, lê heyran ne hewceye tu hertim xwe bi me bidî îspatkirin”

 

Tevê ku me bi henekan dest bi sohbetê kiribû jî lê ji  mehdê Şîlanê dîyar bû ku wê xeberek nebaş bide min:

 

“Canê te xêr e, Xwedê dûr bike wekî tu xeberek nebaş bêjî?

 

“Xwedê dawî bi xêr bike, dibe ku ev ji boy me bixêrtir be lê li gor gotina dû hevalên me, yên ku berê me ji kar hatibûn dûrxistin, ne pêkan e di demek nêz de doza me encam bide”

 

Got ûn rabû ser linga, bêhnek kûr veda û pala xwe da dîwar, herdû destên xwe xistin  paşila xwe

 

“De bila em ji xwe re karekî nû peyda bikin, ji boy dozê jî Xwedê mezin e”

 

Min li Şîlanê vegerand.

 

“Erê wela cana min, boy me giringtirîn tişt karek nû ye, bes ez ji boy wê jî pir bihevî nînim, tu jî zanî karê ku mîmarên dorholîyê dikin, li  her derî tune ye”

 

Min û Şîlanê me  demek dirêj  da ber hevdû, mijar nema ku me li hev sor kir.

 

Serê sibê ez bi dengê telefonê ji xewa ku jê têrnebibûm şîyar bûm, tevê ku min hertim xewta razanê telefona xwe dida bêdengîyê jî, van rojan bi hêvîya bersivek erenî ji boy serlêdanên me yên kar  were, dengê telefonê herdem vekirîbû:

 

“Xezal Xan rojbaş! Gelo tu û hevala xwe hûn dikarin werin em hevdîtînekê bikin!”

 

 Bêyî ku taştê amade bikim, hema min xeber da Şîlanê û ez bi lez çûm Berber, min porê xwe çêkir dû re ez û Şîlan em çûn me ji xwe re cilên nû kirin;

 

min etekek reş û çaketek spî kirî, Şîlanê jî çaketek sor û pantorek reş kirî, em hatin malê me cilên xwe yên nû li xwe kirin û em bi kelecan û bendewar çûn kargehê.

 

Em herdû jî wekî zarokekê li benda roja cejnê be, bê sebir bûn.

 

“Dixwazî karmendê me xortek qeşeng û ezeb be, him derîyê kar, him jî yê evînê li me vebe”

 

got Şîlanê berî ku porê xwe yê dirêj bavê ji paş stûyê xwe

 

“Tew!  Tu li min û vê xanimê! Him dil dixwaze him berdil”

 

Karmend apê hevalek me yê zanîngehê bû, em bi pêşnîyara hevalê xwe bi wî re tekildar bibûn.

 

Piştî nîv seetê ku em li benda hevdîtinê man, karmend derî vekir em keremê hûndir kirin; camêr yekî navsalî rengspî û hinek qelew bû. 

 

Piştî ku çend pirs ji me kirin, sîvîya me nihêrî got:

 

“Hûn divên biçin Hewlêrê? Ango ji bilî vê bajarê Turkîyê  dikarin cihek din de kar bikin?

 

Min û Şîlanê me li çavên hev nihêrî, çavên me çirûsîn, ew ma bû em ji şabûnan biqêrin.

 

 Bêyî ku em bazara mûçeyên xwe bikin, hema me bi hev re got:

 

“Çi? Hewlêr!” Xwezîya dilê me ya deh salan di wê kelîyê de pêk hatibû.

 

“Jîyan xeman dihewîne, lê di heman demê de jî, hêvîyên nû di paxila xwe de diwelidîne”

 

Digot pîrika min a rehmetî

Yorum Yaz
  • UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik yorumları onaylanmamaktadır.