Êvarê kirasek reştarî li asoyê bajêr pêça bû, çiqîlên daran li ber bayê direqisîn, em hersê hevalên ku ew du sal bû di heman malê de diman, wê êvarê dîsa li şaneşînê rûniştîbûn û bibûn xemkûjên hev.
“Xeyal ji hevîrê hêvîyan diafire”
Got Gûlbînê, bêyî ku firek çay berde ser hinavên xwe.
“Erê rast e, hêvî dike ku, tu bêhtir li çavek xweşbîn li jîyanê binêrî, lê ku hêvîşikesîtibî, hingê beravajî vê rewşê, tu yê kirasek reş li hevîyên xwe bipêçî.
Ma dibe ku, ji ber tirsa hêvîşikestinê mirov bêhevî be? Na! Helbet nabe! Lê! Lê hingê em ê xwe raspêrin bextê qederê”
Min lê vegerand.
Gûlbînê îskana çayê danî ser sêpa ber xwe, herdû destên xwe bire nav porê xwe, bi tilîyên xwe ve porê xwe şeh kir, berê xwe da min:
“Erê wele em ê xwe rasperê qederê bikin, lê hêvî jî dibin dia, dia jî berê qederê digûherîne”
“Keçê bes e, ew çî ye hûn ketine nav felsefeyek hûr û kûr, rabin ser xwe em di mal de kurmî bûn.
"Wele qeder naye mal de te nabîne, divê tu li pey bigerî ”
Got, Zeryayê bi awîrek hêrsbûyî hat li rex me rûnişt.
“Hey lo lo, te dîsa peyva qederê li zewacê ve girêda, heyran ma qeder tenê ji boy zewacê tê gotin?
Ez du sal e, li karek baş digerim, Gulbîn salek e dixwaze here derveyî welat
“Na heta em xêlîya sor nedin serê Zeryayê' wê her tim li ser serê me bike pile pil, ya baş ew e, em herin kolanên bajêr, bikevin nêçîra xortan”
Gulbînê bi henek li min vegerand
“Of ya! Boy Xwedê hûn çima ewqas xemsar in, ma xwestina zewacê tiştekê xirab e”?
“Na! Helbet em giştî jî dixwazin evîndar bibin bizewicin, lê kes wekî te xeyalên zewacê ji xwe re nake kirasê armanca jîyanê, şo û berşo li xwe nake.
Kengî wext hat, wê hemû kes rastê qismetê xwe werin”
Bersiva min têra xwe Zeryayê qanî nekiribû.
Rabû ser pîya destên xwe kir bêrika aşofmanê xwe, li me nihêrî, kenek sar li ser rûyê wê weniştîbû:
“Hûn herdû jî derewan dikin, hûn jî herî kêm qasê min zewacê dixwazin, lê qasê min wêrek nînin, li xwe mûkir nayên”
Di rastîya xwe de Zerya pir jî neheq nebû, erê me qasê wê daxwaza xwe bi lêv nedikir, lê xeyalê xortekî qeşeng û malbatek bi aram her di dilê me de bû.
“Wele ez nema dikarim bi we re çenebazîyê bikim”
Got Zeryayê û rahişt mifteya ereba xwe, bêyî ku ji mal derkeve, Gûlbînê bang lê kir:
“Keçê qet nebe bi erebê neçe civatan, ma tu nizanî mêr ji jinên pêşketî ditirsin”
“Çi? Keçê tu henekên xwe bi min dikî, an rastîya vê gotinê heye? De baş e, sibê dahweta pismamê min e, a baş ez bêjim bila yek ji xortên malbatê ereba min bajo, dibe ku berendamek baş were dahwetê”
Kenên min û Gulbînê dikir ku cîran bên derê me û me şermezar bikin.
Zerya bi tevgera me bêhtir xwe lezand bêyî ku ew ji mal derkeve:
“Keçê tenê ji boy xwe çav li xortan negerîne, Xêra bavê te, ez yekî rengesmer û bejin dirêj dixwazim, lê Dilba ji çavkeskan hezdike”
“Kê gotîye ez çavkeskan hezdikim wele ez jî rengesmer û çavreşan hezdikim”
Min li Gûlbînê vegerand.
“Hûn daxwazên xwe ji Xidirnebî re bêjin, ez ê herim ji xwe re xortek qeşeng bibînim, boy min rengesmer e an zerî, tu ferg nîye”
Got zeryayê paşê destên xwe danî ser milê min û milê Gulbînê û gotina xwe domand:
“Bijî berxwedana keçên zewacxwaz! We gote erê?
“Êrê, êrê hezar car erê”
Tavilê Zeryayê serî li min û li Gûlbînê tewand.

