SERHED HABER- Min di 21 ê Adara 2026 an de coşa sê eydan bi hevra jiya. Eyda Remezanê, eyda aşitî û biharê Newroz û eyda wergera kitêba Yaşar Kemal a bi Kurdî. Belê, eyda Remezan û Newrozê di teqwîma salane de kifşe ye. Eyda nekifşe di 76 salî ya min da bû qismet. Min kitêba Yaşar Kemalê Wanî ya “Efsaneya Çiyaye Agiri” ya bi Kurdî di vê Adarê de xwend.
Ça kêfxweş nebim, ça bextewar nebim! Dawiya emrê xwe da, bûme şahidê mucîzeyeke dîrokî: Kitêba Yaşar Kemal “Efsaneya Çiyaye Agiri” li Tirkiyeyê cara yekemîn di Gulan a 2025an de gihîştiye zimanê wî yê zikmakî yê Kurdî!.. Hal ew hal e ku ev karê bi rûmet li Kurdistana Iraqê di 1976an de hatiye kirin. Ev mînak nîşan dide ku Kurdên derve ji Kurdên Tirkîyeyê bêhtir hessas in ji bo zimane xwe, bo çanda gelên xwe.
Kitêba nivîskarê hêja Yaşar Kemal nivîskarê ciwan Salih Kevirbiri ji Tirkî wergerandiye Kurdî. Nûbiharê jî ji bo xwendevanên Kurdî weşandiye. Him şexsê wergêr him jî weşanxwaneyê bi dil û can pîroz dikim.
KURDÊN IRAQÊ PÊŞENGÎ KIRIN
Kurdên Iraqê Şukur Mıstefa 50 sal berê di 1976an de kitêba Yaşar Kemal a “Ağrı Dağı Efsanesi” wergerandiye Kurdî ya Soranî. Rohat Alakom di kitêba xwe ya “Yaşar Kemal’in Yapıtlarında Kürt Gerçeği” de di vî warî de notên pir hêja dide (Yaşar Kemal’in Yapıtlarında Kürt Gerçeği, Fırat Yayınları, 1992. r. 167. Kaynaklar M.8). Em di vê mînakê de dibînin ku “Efsaneya Çiyayê Agirî”, cara yekem bala Kurdên Başûr kişandiye.
Kitêba hêja di 1990î de jî li Stocholmê (İsveç) bi wergerandina Şerefnaz bi Kurmancî hatiye weşandin. Eva jî nîşan dide ku ev weşana li Tirkiyeyê, cara sisêyan e. Cara yekê 1976 li Bexda, cara duduyan 1990 li Stokholm, cara sısêyan 2025 li Stenbol.
Şukrî Mistefa di 1981î de li Bexdayê du kitêben Yaşar Kemal wergerandiye lehçeya Soranî: Teneke u Ortadirek (Stûna Navîn). Şukrî Mistefa di 1987î de jî “Yer Demir Gök Bakır- Erd Hesin Ezman Paxır” wergerandiye lehçeya Soranî. Dîsa ji Kurdên Iraqê Abdullah Hesenzade di 1987î de du cildê “İnce Memed” bi navê “Hemedok” werdigerine Kurdî. Bi gotina Hesenzade, cilda yekemîn di nava du-sê mehan da tê firotanê. Xwendevan di “Hemedok”da xwe dibînin. Loma pir jê hez dikin. Di 1987î de jî Amanj Shakely, “Yılanı Öldürseler- Eger Maraka Bikuja” wergerandiye lehçeya Soranî.
MIZGÎNA LI TIRKÎYEYÊ
Min mizgîna kitêba Yaşar Kemal a ku li Tirkiyeyê li Kurdî hatiye wergeran di 6 Adar 2026an de hilda. Ez neh meh paşê bi tesadufeke pir xweş pê hesiyam. Li Beyoğlu li Kitêpxana Medyayê rastî Salih Kevirbirî hatim. Nivîskarekî jîr e Kevirbirî. Min jê pirsî “Niha çi xebat di destê te de heye?” Ewî got “Min kitêba Yaşar Kemal wergerande Kurdî. “Efsaneya Çiyayê Agirî” par di meha Gulanê de Nûbiharê weşand”. Ez him şaş mam him jî pir kêfxweş bûm.
Min xwest kitêbê bistînim. Lê li Pirtûkxaneya Medyayê kitêb nemabû. Salih ji çenteyê xwe derxist bi deyn da min. Ev kitêb ji bo dîroka çanda Kurdî mînakeke bêemsal e. Min “Efsaneya Agiriyê” bi kêfxweşî, bi dil germî, pirî ciyan jî bi çavên hêstir xwend. Ça hêstir bi çavên min nekevin. Efsena gelê min, efsaneya welatê min, bi zimanê xwe, bi Kurdî dixwînim ji qelema Yaşar Kemal! Nivîskar Kurd, xwendevan Kurd, lê ziman Tirkî be; tu car ev tem, ev zewq nayê hildan!
Ez ê nekevim nava çiroka serbilindaya Agiriye, Gola Kupê! Eze behsa hespê paşayê Bazidê, paşayê Osmanî, zulumkar Mahmud Xan jî nekim! Ez ê behsa eşqa Gulbihar û Ehmed û Çiyayê Agirî jî nekim! Ez ê behsa Sofiyê zana, ji Mecîd Begê qedirbilind jî nekim! Ez ê behsa ji Şêxê Karwanan, ji Husoyê Hesinkar jî nekim! Ez ê behsa serdergevanê zindanê Memo û eşqa wî ya kûr û dûr jî nekim! Ez ê behsa begê Kela Xoşavê, ji qasidê wî, paşayê Erzoromê Rustem Xan jî nekim! Bila tema devê xwendevanên Efsaneya Çiyayê Agiriyê xerab nebe!
Ez bawer dikim ku yê êdî kitêbên Yaşar Kemal ên bi Kurdî di kitêbxaneyên ciwanan de rêz bi rêz cih bigrin. Bêşubhe her kitêbeke wî heq dike ku di çanda Kurdî de di nava klasîkên hêja de bêne hesibandin. Di her kitêba xwe de mitleqe behsa Kurdan dike, bi zimanekî germ, bi dostayî tine ziman. Gerek hesreta ji ber qedexekirin û înkarkirinan di nîvcî de maye, di roja me de bê îkmal kirin, ev kêmasî bê temamkirin. Vê rêya pîroz, nivîskarê ciwan Salih Kevirbirî bi wergera xwe, Nûbiharê jî bi weşana xwe vekiriye.
Şewqa kitêbên Yaşar Kemal li Mezra Botan, mîna Dicle û Feratê ne, li her cihên dinyayê jî li ser Kurdan bibin riknê jiyanê. Her kitêbên ku wergere Kurdî, yê ruhê Yaşar Kemal di merqeda wî de muazzez bike, bextewar bike. Yaşar Kemal ji Çukurovayê bi kitebên xwe yên Tirkî yên zêdetirê ji 40î ve, welat û dinyayê ronî dike. Ku kulliyata wî bi temamî wergere Kurdî, roniya Yaşar Kemal êdî yê ji qeraxê Behra Wanê, ji Ernisê belav bibe li ser dinyayê!..
Loma ev karê bêhempa li ser milên xortên Kurdan ferzek e giran e. Ez mîna navê xwe zanim ku yê ji bin vî barî jî bi rûmet derkevin. Îro Salih Kevirbirî, bi Efsaneya Çiyaye Agirî rêyeke dûr û zor vekir. Ez bawerim, yê dawî ji pir bi xêr were. Kitêba duduyan “Yılanı Öldürseler- Mara bê kuştin” jî di destê Salih Kevirbirî de bo weşanê amade ye. Hêvidar im xortê ku li ser wergera “İnce Memed- Mıhemmede Zirav”dixebite jî di karê xwe da hatiye dawiyê. Çanda Kurdî, yê bi Melayê Ciziri, bi Feqiyê Teyran, bi Ehmedê Xanî û Yaşar Kemal ve zêdetir û hê zindî cih bigre di edebiyata dınyayê de. Her vergera kitebeki Kurdi, ye agire dile Yaşar Kemal, pet bi pet sar bike!
YAŞAR KEMAL KÎ YE?
Yaşar Kemal di sala 1923yan de, bi îddiayeke din jî di sala 1926an de li Kadirli ya Edeneyê, li gundê Hamitê hatiye dinyayê. Navê wi yê rastî Kemal Sadık Gökçeli ye. Malbata wi ji Erdişa Wanê, ji gundê devê Behra Wanê Ernisê ye. Di serdema Şerê Cihanê yê Yekem de gava Ûris herêma Serhedê îstila dikin, koçî Çukurovayê bûne. Dibistana navîn di pola seyêm de terikandiye. Di 1940î de hevnasiya wî bi hunermend û nivîskarên çepgîr Pertev Naili Boratav û Abidin Dino re çêdibe. Di 17 saliya xwe de cara yekê dikeve hepse.
Yaşar Kemal di sala 1943yan de kitêba xwe ya berhevoka folklorê “Ağıtlar- Zemar” derdixe. Piştî eskeriyê di 1946an de diçe Stenbolê. Li Kompaniya Gaze Fransiyan de dixebite. Di sala 1948an de vedigere Kadirliyê. 1950î de bi hinceta ku propagandaya Komunîzmê kiriye ceza digre. Cezayê xwe li hepsa Kozanê dikşîne. Di 1951î de ku ji hepsê derdikeve diçe Stenbolê. Di navbera 1951-1963yan de di rojnameya Cumhuriyetê de dixebite. Di 1952yan de kitêba wî ya kurteçirokan “Sarı Sıcak- Germa Zer” tê weşandin. Di sala 1955n de jî romana wi ya “İnce Memed- Mihemede Zirav” tê weşandin. Ev kitêb heya niha li zedetirî 40 zimanî hatiye wergerandin.
Di 1962yan de dikeve Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TİP). Di rêveberiya wê de kar dike. Ji ber çalakiyên wî yên siyasî gelek caran doz lê hatine vekirin. Di 1967an de dibe avakarekî kovara “Ant-Peyman”a hefteyî. Kitêba navdar a dîroka Kurdan a Şeref Xan a bi navê “Şerefname”yê jî Antê weşand. Di Darbeya Leşkerî ya 12ê Adara 1971ê de Ant hate girtin. Di 1973yan de beşdarî avakirina Sendikaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS) dibe. Di 1974-1975an de seroktiya wê dike. Di 1988an de seroktiya “Komelaya Niviskaran- PEN” tîne cih. Di 1995an de ji ber nivîseke xwe ya di kovara Der Spiegelê de ji hêla Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve hat darizandin, lê ceza negirt. Di heman salê de ji ber nivîsa xwe ya di İndex on Censorhipe de salek û heşt meh ceza girt, lê ewa hate taloqkirin.
Yaşar Kemal, di edebiyata dunyayê de navekî sereke ye. İnce Memed, Yer Demir Gök Bakır, Binboğalar Efsanesi, Yılanı Öldürseler, Fırat Suyu Kan Akıyor Baksana, Karıncanın Su İçtiği, Tanyeri Horozları u Ağrıdağı Efsanesi ji çend berhemên wî yên sereke ne. Ji bili Tirkiyeyê ji zêdetirê dehan xelatên giring ên navneteweyî jî wergirtine. Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de li Stenbolê koça dawî kir. Merqeda wî li Zincirlikuyuyê ye.
SALİH KEVİRBiRİ
Niviskar û wergêr Salih Kevirbiri di 1975an de li Batmanê hatiye dinyayê. Di gelek kovar, rojname û malperan de nivîsiye û berpirsiyarî kiriye. Ji ber karê rojnamegeriyê gelek caran lê doz hatine vekirin. Ceza girtiye û ketiye girtigehê. Xwediyê ji bêhtirî 10 kitêbên Kurdî û Tirkî ne. Kitêbên wî bi Tirkî, Farisî û Almanî hatıne wergerandin. Bi xwe jî gelek kitêb ji Tirkî wergerandine Kurdî û ji Kurdî wergerandine Tirkî. Bi salan e ku li ser Kurdên Sovyeta Berê nêzîkî 40 filmên dokumanter çêkirine. Birêveberê PENa Kurd, endamê PENa Navneteweyî û Enstituya Kurdi ya Stembolê ye.
Kitêbên wî: Filite Quto- 20 Kilam 20 Qewimin, Bir Çığlığın Yüzyılı Karapete
Xaço, Gera Penuse, Bir Dünya Ozanı Şivan Perver, Qirina Sedsaleki Karapete Xaço, Filite Quto- 20 Olay 20 Kilam, Hevirtirş, Teyiba Min.
Kiteben vergerandine Kurdi: Büyük Dağda Küçük Köy (Li Çiyaye Mezin Günde Piçuk- Orhan Çelik), İçsel Yol (Riya Hundirin- Gülsen Gülbeyaz), Rahman’ın Adaleti (Edaleta Rahman- Niyazi Bayramoğlu), Ağrıdağı Efsanesi (Efsaneya Çiyaye Agiri- Yaşar Kemal) u çend kitebin ideolojik.
KULLIYATA YAŞAR KEMAL
1. İnce Memed (4. cilt), 2. Ağrıdağı Efsanesi 3. Sarı Sıcak, 4. Teneke, 5. Üç Anadolu Efsanesi, 6. Kuşlar da Gitti, 7. Demirciler Çarşısı Cinayeti, 8. Ortadirek, 9. Yılanı Öldürseler, 10. Filler Sultanı ile Kırmızı Sakallı, 11. Karınca’nın Su İçtiği, 12. Yer Demir Gök Bakır, 13. Fırat Suyu Kan Akıyor Baksana, 14. Ölmez Otu, 15. Binboğalar Efsanesi, 16. Çakırcalı Efe, 17. Çıplak Deniz Çıplak Ada, 18. Ağıtlar, 19. Bu Diyar Baştan Başa, 20. Yağmurcuk Kuşu, 21. Tanyeri Horozları, 22. Hüyükteki Nar Ağacı, 23. Deniz Küstü, 24. Zulmün Artsın. 25. Kalemler, 26. Yusufçuk Yusuf, 27. Pis Hikaye, 28. Beyaz Pantolon, 29. Bugünlerde Bahar İndi, 30. Peri Bacaları, 31. Tek Kanatlı Bir Kuş, 32. Kanın Sesi, 33. Tanyeri Horozları, 34. Kale Kapısı, 35. Allah’ın Askerleri, 36. Nuh’un Gemisi, 37. Ustadır Arı, 38. Ağacın Çürüğü, 39. Al Gözüm Seyreyle Salih, 40. Baldaki Tuz, 41. Bir Bulut Kaynıyor.



