SERHED HABER - Pexemberê ( S ) me di peyamek xwe de veha diferme:
“Zarokên we dîyarên Xwedê ne”
Yek ji wan zarokan ku pexemberê me gelek jê hezdikir jî Hz. Enes r bû. Hz. Enes, Xwedê jê razî be hevnasîna xwe û ya Pexemberê me veha tîne ziman:
"Dema Pexemberê me ( s ) mala xwe anî bajarê Meddîne yê, ez hê zarokek deh salî bûm. Dayika min destê min girt û ez birim bal Pexemberê me ( s ) û jê re veha got:
“Ya Resulê Xwedê, hemû kes dîyarîyan didin cenabê te. Tiştê ku ez bidim te tune ye. Eve kurê min Enes e.
Ji kerema xwe re pêşnîyara min qebûl bike, daku cenabê te kengî xwest bila hizmeta te bike”
Pexemberê me jî daxwazîya dîya min qebûl kir. Zarokên delal! Hz. Enes, gelek bîranîn xwe de qala serpêhatêyên xwe ên li gel Pexemberê me ( s ) kirî ye. Kerem bikin em guh bidin yek ji wan serpêhatîyan.
Dîsa rojekê Pexemberê hate mala me. Hingê bira yê min Umeyr bi çivîka xwe re dileyist. Pexemberê me jê re got: “ Ey Ebu Umeyr, çivîka te çavane?
Bira yê min bi vê gotina “Ebu Umeyr” gelek dilşa bibû. Piştî wê rojê jî çi dema Resulê Xwedê bihata mala me. Bi vê avayê bangê bira yê min dikir.
Zarokên xwoşewîst! Ne tenê Hz. Enes Pexemberê me ( s) bi gelek zarokan ve hevaltî kirîye û ew jî wek Hz. Enes bi hevaltîya Pexemberê me ve serbilind û rûmettar bûne. Dîsa, em guh bidin Hz. Enes, ka îcar kîjan serpêhatîyê xwe ji me re webêje:
“Rojekî ez û Pexemberê me ( s ) em bi hev re dimeşîyan, hinek jin û zarok ji dahwetekê vedigerîyan.
Di nav wan de zarokên keç jî hebûn. Pexemberê me ji wan re got: “Hemd ji Xwedê re, ez gelek ji we hez dikim”
Ew zarok bi wan gotinan gelek dilşa bûn.
Belê zarokên delal, mirov nikare tenê nivîsekê de Zarokhezîya Pexemberê me
(s ) bîne ziman…
Înşellah emê di nivîsek din de jî, qala wî mirovê pîroz bikin. Silavên Xwedê û ên Pexemberê me li ser we be…


